Bogdanof: Endamên Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûriyê beşdarê muzakirên Astanê dibin
Tesrîn 25, 2019 14:49 Asia/Tehran
Alîkarê wezîrê derve yê Rûsiyê ragihand: "Li civîna tê ya Astanê li bara Sûriyê ku biryar e Kanûna tê were lidarxistin, nunerên Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûriyê dê beşdar bibin.
Li gorî rapora ISNA`yê ji zarê RT`yê, Mîxayîl Bogdanof, alîkarê wezîrê derve yê Rûsiyê got: Hin taximên dewletê û dijberên Sûriyê beşdarê vê civînê dibin û pêkhateya van taximan ji aliyê dijberan û dewletê dê kivş bibe.
Pêştir wezîrê derve yê Qezaqistanê ragihandibû welatê wî li rojên 10 û 11 kanûnê dê mazûvanê dewra nû ya muzakirên Sûriyê bin çavdêriya Rûsiyê, Tirkiyê û Ukraynê ye.