Destpêbûna dora dudyan a Komxebata Amadekirina Qanûna Bingehîn a Sûriyê li Jinêvê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i310625-destpêbûna_dora_dudyan_a_komxebata_amadekirina_qanûna_bingehîn_a_sûriyê_li_jinêvê
Komxebata ser bi komîta hilkolandina Qanûna Bingehîn a Sûriyê dora dudyan a civînên xwe li nunertiya NY li Jinêva Swîsrayê destpê dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 25, 2019 12:37 Asia/Tehran
  •  Destpêbûna dora dudyan a Komxebata Amadekirina Qanûna Bingehîn a Sûriyê li Jinêvê

Komxebata ser bi komîta hilkolandina Qanûna Bingehîn a Sûriyê dora dudyan a civînên xwe li nunertiya NY li Jinêva Swîsrayê destpê dike.

 Li gorî rapora Sana News`ê, Nivîsgeha 'Giyêr Pêdêrson', nunerê taybet ê NY li karûbarên Sûriyê li daxûyaniyekê raghand ku ev civîna îro Duşemiyê bi beşdariya  taxima nunertiya dewleta vî welatî, taximên din û pişt deriyên girtî mîna dora derbasbûyî tê lidarxistin. 

Komxebata Amadekirina Qanûna Bingehîn a Sûriyê dora ewil a muzakirên xwe roja Duşemiyê, 4ê Mijdara 2019`an li nunertiya NY li Jinêva Swîsrayê lidarxistibû ku têde  destûrkara pêşniyarkirî ya taxima  nunertiya dewleta Sûriyê hat piştrastkirin. 

 Vê taximê her wiha teqez kiriye ser mijarên mîna rawestana li ber terorîzmê û şermezarkirina welatên  piştgirê van babetan. 

 Li vê komxebatê, 15 nunerên dewleta Sûriyê, 15 kes ji dijberên dewletê û 15 kesên din ji civaka sivîl û musteqilîn ên vî welatî berşdar bûne.