Artêşa Sûrîyê li Idlibê pêşda diçe, 2 bajarokên din rizgar kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i310621-artêşa_sûrîyê_li_idlibê_pêşda_diçe_2_bajarokên_din_rizgar_kirin
Hêzên Artêşa Sûrîyê karîn di dewama pêşdeçûna xwe da li başûra rojhilata Idlibê, bajarokên Um ul Xelayel û Al Zerzorê azad bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 25, 2019 12:25 Asia/Tehran
  • Artêşa Sûrîyê li Idlibê pêşda diçe, 2 bajarokên din rizgar kirin

Hêzên Artêşa Sûrîyê karîn di dewama pêşdeçûna xwe da li başûra rojhilata Idlibê, bajarokên Um ul Xelayel û Al Zerzorê azad bikin.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Sputnikê, Artêşa Sûrîyê di encama opêrasyona dijî komên têrorîst ên Cebhet ul Nusre û Ecnad ul Qewqazê de, bajarokên Um ul Xelayel û Al Zerzorê li başûra rojhilata Idlibê azad kirin.

Artêşa Sûrîyê herwiha karî ku rêya gîhandina alîkarîyan bo têrorîstên Cebhet ul Nusre û Ecnad ul Qewqazê li waqn bajarokana bêxe bin kontrola xwe.

Hêzên Artêşa Sûrîyê duh ango Yekşemê jî piştî pevçûnekê himberî têrorîstên Al Nusrê karîn gundê Mişîrfê piştî 5 salan li Idlibê ji lepên têrorîstan azad bikin.

Artêşa Sûrîyê qonaxa duyem a opêrasyona xwe li başûra rojhilata parêzgeha Idlibê ji 16`ê Mijdarê ve bi êrişên hewayî û topxaneyî destpê kir.