18 zarok li rojhilata Sûrîyê hatin kuştinê û birîndar bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i310614-18_zarok_li_rojhilata_sûrîyê_hatin_kuştinê_û_birîndar_bûn
Çavkanîyên sûrî ragihandin ku di encama teqîna mîneka ji têrorstên DAIŞ`ê li rojhilata Dêrezorê mayî de, 18 zarok hatin kuştinê û birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 25, 2019 05:54 Asia/Tehran
  • 18 zarok li rojhilata Sûrîyê hatin kuştinê û birîndar bûn

Çavkanîyên sûrî ragihandin ku di encama teqîna mîneka ji têrorstên DAIŞ`ê li rojhilata Dêrezorê mayî de, 18 zarok hatin kuştinê û birîndar bûn.

Ligorî rapora Malpera Al Ahdê, ew mîna li hewşa medereseyeke gundê Teyyibe li derdora rojhilata parêzgeha Dêrezorê li rojhilata Sûrîyê teqîyaye ku di encamê de zarokekî canê xwe ji dest da û 17 zarok jî birîndar bûn.

Ligorî raporê, zarokên birîndar temê wan di navbera 6 heta 13 salî da ye û rewşa 2 zarokên birîndar jî xedar e.