Hevpeymaniya navdewletî: Em operasyonên xwe li rojhilata Firatê berfirehtir bikin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i310595-hevpeymaniya_navdewletî_em_operasyonên_xwe_li_rojhilata_firatê_berfirehtir_bikin
Hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞ`ê daxûyaniyek bi zimanê kurdî belav kir û raghand: Em li rojhilata Firatê, operasyonên xwe bo jinavbirina bi yekcarî ya DAIŞ`ê berfireh dikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 24, 2019 13:28 Asia/Tehran
  • Hevpeymaniya navdewletî: Em operasyonên xwe li rojhilata Firatê berfirehtir bikin

Hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞ`ê daxûyaniyek bi zimanê kurdî belav kir û raghand: Em li rojhilata Firatê, operasyonên xwe bo jinavbirina bi yekcarî ya DAIŞ`ê berfireh dikin.

 Li gorî rapora Xendan`ê, hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞ`ê bi serokatiya Emerîkayê li 19 Îlona 2014`an ve dest bi êrişeke esmanî ser çekdarên DAIŞ`ê li Iraq û Sûriyê kiriye , lêbelê piştî destpêkirina operasyona Tirkiyê bo ser rojavaya Kurdistanê, çalakiyên hevpeymaniya navdewletî hati bi sînorkirin. 

Hevpeymaniya navdewletî li dijî DAIŞ`ê bo cara yekê daxûyaniyek bi zimanê kurdî belav kir ku têde hatiye bo jinavbirina tam û tekûz a DAIŞê li rojhilata Firatê, operasyoneka nû û berfireh destpê bûye, çend çekdarên DAIŞê hatine kuştin û hejmarek ji wan jî desteser kirine. 

 Her wiha bas kir ku bona bicihkirina hêzên xwe li navçên rojhilata Firatê, operasyon bo mideheke kurt  hatibûn rawestandin, lê belê cardinê operasyon hîn girantir û berfirehtir hatin destpêkirin.