MSD: Tirkîye sîyaseta dagirkirina axa Sûrîyê didomîne
Meclisa Sûrîya Dêmokiratîk (MSD) ragihand ku Artêşa Tirkîyê bi piştgirîya komên çete û têrorîst sîyaseta dagirkirina axa Sûrîyê didomîne û dixwaze ku bi êrişa ser Eyn Îsayê bakura Sûrîyê ji rojhilata wî welatî cida bike.
Di daxûyanîya MSD da hatîye: Tirkiya dixwaze bi hecetên pûç cîhanê bixapîne û sîyaseta dagîrkirina axa Sûriyê bidomîne. Piştî ku Wezareta Berevanîya Tirkiyê rawestandina operasyonan li Sûriyê ragihand, artêşa Tirkiya dest bi hêrişa ser bajarokê Eyîn Îsayê ku li derveyê rêkkevtina ``devera aram`` e kir. Armanca Tirkiy ji wê êrişê jî ew e ku rêya M4 bêxe bin kontrola xwe û bakûra Sûriyê ji rojhelata wî welatî dabirîne.
Di dewama daxûyanîya MSD da hatîye: Tirkiya bi guhertina demografîya deverê, paşeroja sîyasî û civakî ya Sûriyê dixwe xeterê û daxwaz ji Emerîka û Rûsiyayê dike berpirsyartîya xwe bicih bihînin.
MSD daxwaz ji civaka nêvdewletî dike, givaşê bixe ser Tirkiyê daku pabendî sozên xwe be û hêrişan rawestîne û zemîneya vegerandina awareyan bo deverên wan xweş bike.