Şerê giran di navbera HSDê û Artêşa Tirkiyê li parêzgeha Reqayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i310568-Şerê_giran_di_navbera_hsdê_û_artêşa_tirkiyê_li_parêzgeha_reqayê
Grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê bi dijwarî êrîşî herêma rojavayê Eyin Îsa kirin û heta niha jî şer berdewam e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 24, 2019 06:22 Asia/Tehran
  • Şerê giran di navbera HSDê û Artêşa Tirkiyê li parêzgeha Reqayê

Grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê bi dijwarî êrîşî herêma rojavayê Eyin Îsa kirin û heta niha jî şer berdewam e.

Hêzên Tirkiyê û çekdarên ser bi wê hewl didin riya navneteweyî ya M4 bêxin bin kontrola xwe û di şerekî giran navbera wan û hêzên kurd beşek ji rêya M4 li kêleka bajarokê Eyn Îsayê li bakura parêzgeha Reqayê girtin.

Grûpên çekdar yên girêdayî artêşa Tirkiyê ji berbanga îro ve êrişî bajarokê Eyn Îsa û gundewarê wê dikin û şer û pevçûn giran di navbera wan û şervanên HSDê de rû didin.

Li gor ragihandina Navenda Mafê Mirovan a Sûriyêku navenda wê li Londonê ye, beşek ji rêka navdewletî ya M4 ketiye destê çekdarên Tirkiyê ji ber wê jî rêka di navbera Eyn Îsa û Kobanê de û rêka Eyn Îsa û Şergirakê hatiye qutkirin û metrisî li ser jiyana sivîlan heye.

Herwiha artêşa Tirkiyê û grûpên ser bi wê ve, gundê Şergirak û derdora Eyn Îsayê topbaran dikin.

Li wê navçeyê şer û pevçûn berdewam dike û ji her du aliyan jî kuştî û birîndar hene. Hat ragihand 13 çekdarên ser bi Tirkiyê û artêşa vî welatî hatine kuştin û ji HSDê jî 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hin medyayên ser bi terorîstan îdia kiribûn ku În Îssa ketiye destê artêşa tirk û terorîstên wê , lê belê hêzên kurd ev îdia red kirin û li tê ragihandin ku li gundên derdora În Îssayê bi taybet li gundê Seydayê şerê giran di navbera HSDê û artêşa tirk û terorîstên wê berdewam dike.