HSDê: 46 terorîstên DAIŞê hatin girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i310567-hsdê_46_terorîstên_daiŞê_hatin_girtin
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku hêzên wê yên rûbirûbûna terorê, li beramberî şaneyên razayî yên DAIŞê operasyon pêkanîne û di encamê de li midiha hefteyekê 46 endamên DAIŞê girtine, yek ji wan berpirsê nivîsengeha girtiyên DAIŞê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 24, 2019 06:08 Asia/Tehran
  • HSDê: 46 terorîstên DAIŞê hatin girtin

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku hêzên wê yên rûbirûbûna terorê, li beramberî şaneyên razayî yên DAIŞê operasyon pêkanîne û di encamê de li midiha hefteyekê 46 endamên DAIŞê girtine, yek ji wan berpirsê nivîsengeha girtiyên DAIŞê ye.

Navenda ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku hêzên wê yên ewlekarî û rûbirûbûna terorê li operasiyonekê li bakura Sûriyê û Dêra Zorê 25 terorîstên DAIŞê girtin û li operasiyoneke din li beramberî şaneyên razayî yên DAIŞê, di 15ê Mijdarê heya  22ê Mijdarê de operasyonên taybet pêkanîne û di encamê de 21 endamên DAIŞê hatine girtin. HSDê destnîşankir ku hin ji DAIŞyên ku hatine girtin, ji kampa Holê reviyabûn û destê wan di teqîna li Hesekê û zîndana Hesekê de hebûn.

HSDê diyar kir ku di van operasyonên ku pêk hatine de serkirdeyê nivîsîngeha girtiyên DAIŞê yê bi navê Erkan Hisên ( Mihemed Salih Elelî) jî hatiye desteserkirin. Herwiha HSDê da zanîn di operayonan de, dema ku du DAIŞiyên di nav şaneyê de cîh digirtin xwestine birevin hatine kuştin.