Li Girê Spî teqînek pêkhat: 4 kes mirin, 20 kes birîndar bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i310565-li_girê_spî_teqînek_pêkhat_4_kes_mirin_20_kes_birîndar_bûn
Li bajarê Girê Spî yê bakura Sûriyê otomobîleke bombebarkirî hat teqandin. Di teqînê de 4 kesan canê xwe ji dest dan ku dayîkek û 3 zarokên wê ne û herwiha 20 kesên din jî birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 24, 2019 05:23 Asia/Tehran
  • Li Girê Spî teqînek pêkhat: 4 kes mirin, 20 kes birîndar bûn

Li bajarê Girê Spî yê bakura Sûriyê otomobîleke bombebarkirî hat teqandin. Di teqînê de 4 kesan canê xwe ji dest dan ku dayîkek û 3 zarokên wê ne û herwiha 20 kesên din jî birîndar bûn.

Kesên canê xwe ji dest dane hevjîn û 3 zarokên welatiyê bi navê Mihemed Îsa ne.Herwiha di teqînê de 20 kes jî birîdar bûne.Di teqînê de zerar gehiştiye 4 dikanan welatiyan jî.

Hat zanîn ku birîndarên teqînê bo nexweşxana bajarokê Kaniya Xezalan ser bi Rihayê li Tirkiyê hatine veguhastin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî derbarê wê teqînê de daxuyaniyek belav kir. Li gor wê daxuyaniyê di encama teqînê de 3 kesan canê xwe ji dest dane û zêdetirî 20 kes birîndar bûne.

Di wê daxuyaniyê, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, YPG bi encamdana wê teqînê tohmetbar kiriye. Lê belê kurdên Sûriyê dibêjin eva karê artêşa Tirkiyê û terorîstên pê re ne ji bo ku kurdan ji malên wan derxînin û ereb û tirkan dewsa wan daynin.

Bajarê Girê Spî di encama êrişa artêşa Tirkiyê û çekdarên bin fermana wê ya ser bakura Sûriyê û kurdên vî welatî de ku 9ê Cotmehê destpêkiribû li gel bajarê Serê Kaniyê, ketibû destê Tirkiyê û grûpên çekdar.