Li Girêspiyê trimbêleka bombekirî hat teqandinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i310551-li_girêspiyê_trimbêleka_bombekirî_hat_teqandinê
Li encama teqîna trimbêla bombekirî li bajarê Girêspiyê li bakurê Sûriyê, herîkêm 10 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 23, 2019 12:15 Asia/Tehran
  • Li Girêspiyê  trimbêleka bombekirî hat teqandinê

Li encama teqîna trimbêla bombekirî li bajarê Girêspiyê li bakurê Sûriyê, herîkêm 10 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

 Li gorî rapora Fars News`ê, heta niha tu komekê berpirsiyariya teqîna roja şemiyê ya trimbêla bombekirî li bajarê Girêsipiyê nedaye istûyê xwe. 

 2 Mijdarê jî trimbêleka bombekirî li bazara Girêspiyê teqî ku herîkêm 19 kes hatin kuştin û 30 kes jî birîndar bûn. 

 Girêsipî ser bi parêzêgeha Reqayê li bakurê Sûriyê ye ku di kontrola hêzên bin fermana Tirkiyê de ye. 

 Di bajarên bakurê Sûriyê carnan teqîna trimbêlan û matorsîklêtên bombekirî diqewimin.