Bişar Ceiferî: Amerîkayê bîrên niftê yên Sûrîyê dagir kirine
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i310540-bişar_ceiferî_amerîkayê_bîrên_niftê_yên_sûrîyê_dagir_kirine
Nunerê Dayimî yê Sûrîyê li NY got: Amerîkayê bîrên niftê yên Sûrîyê dagir kirine û derhatên gelê vî welatî di bin sîya bêdengîya Civata Ewlehîyê ya NY de talan dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 23, 2019 04:52 Asia/Tehran
  • Bişar Ceiferî: Amerîkayê bîrên niftê yên Sûrîyê dagir kirine

Nunerê Dayimî yê Sûrîyê li NY got: Amerîkayê bîrên niftê yên Sûrîyê dagir kirine û derhatên gelê vî welatî di bin sîya bêdengîya Civata Ewlehîyê ya NY de talan dike.

Bişar Ceiferî Nunerê Dayimî yê Sûrîyê li NY di civîna Civata Ewlehîyê derbarê Sûrîyê de, dagirkerîya Amerîkayê û dizîna nifta Sûrîyê şermezar kirin û got ku şerê dijî Sûrîyê wê demê yê kutabibe ku piştgirîya ji têrorîsma ku welatên derveyî piştgirîyê didinê bê sekinandinê.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Ûrsêtê Maria Zakharovayê vê dawîyê ragihand ku Amerîka her meh bayê zêde ji 30 milyon dolarî niftê bi awayekî neqanûnî ji bîrên niftê yên bakura rojhilata Sûrîyê derdixe.