15 çeteyên "Partiya Tirkistanê" li Laziqiyê hatin kuştin an birîndar bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i310531-15_çeteyên_partiya_tirkistanê_li_laziqiyê_hatin_kuştin_an_birîndar_bûn
Çeteyên "Partiya Tirkistanê" li bakurê rojhilata parêzgeha Laziqiyê ya Sûriyê dil hebûn ku êrîşî سer baregehên artêşa vî welatî bikin, lê ev êrîş hatin têkşikandin û bi dehan têrorîst hatin kuştin an birndar bûn.
(last modified 2024-10-07T14:32:38+00:00 )
Tesrîn 22, 2019 12:32 Asia/Tehran
  • 15 çeteyên

Çeteyên "Partiya Tirkistanê" li bakurê rojhilata parêzgeha Laziqiyê ya Sûriyê dil hebûn ku êrîşî سer baregehên artêşa vî welatî bikin, lê ev êrîş hatin têkşikandin û bi dehan têrorîst hatin kuştin an birndar bûn.

Hejmareka hêzên artêşa Sûriyê êvara Pêncşemiyê digel çeteyên têrorîst ên koma nasyar bi Partiya Îslamî ya Tirkistanê li parêzgeha Laziqiyê ketin pevçûnê.

Ev pevçûn li bereyên bajaroka Kensiya û Rûyse Mulkê li bakurê rojhilata Laziqiyê qewimîn.

Firokeyên şêrr ên Rûsiyê jî karwaneke "Partiya Tirkistanê" ku ji Ceser Şexûrê nêzikî bereyên şêrr li bakurê rojhilata Laziqiyê dibû, dane ber bombeyan.

Çeteyên "Partiya Tirkistanê" dil hebûn pişta têrorîstên "Çînî" yên li vê navçeyê bigirin. Têrorîstên "Partiya Tirkistanê" û yên Çînî têrorîstên herî girîng in ku li kêleka çeteyên Çiçinî û Ozbek, roleke girîng di dagîrkirina saziyên leşkerî yên bakur û bakurê rojavaya Sûriyê hene.

"Partiya Tirkistanê" ji hêla baweriyê va nêzikî koma têrorîst a Cebheya Nusreyê ne.