Mezlûm Kobanî bo Amerîka û Rûsiyê: "Hûn berpirsê parastina zarokên me ne"
Tesrîn 22, 2019 09:44 Asia/Tehran
Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD), Mezlûm Kobanî peyamek jibo Amerîka û Rûsiyê şand û ragihand ku ewna berpirsê parastina zarokên Kurd li bakurê Sûriyê ne.
Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD), Mezlûm Kobanî Amerîka û Rûsiye ji kiryarên artêşa Tirkiyê dijî Kurdên bakurê Sûriyê agahdar kir û ragihand ku "Artêşa Tirkiyê endamên malbateka Kurd qetl kiriye, lê îdia dike ku têrorîst hatine kuştin".
Mezlûm Kobanî her wiha got: Em ji Amerîka û Rûsiyê dixwazin ku li ser sûcên ku artêşa Tirkiyê li bakurê Sûriyê cih tîne, lêkolîn bikin û wan darizînin.
Wî her wiha got: Hûn berpirsê parastina zarokên Kurd li bakurê Sûriyê ne.