Îlham Ehmed li Kongirê: "Tirkiye dest bi paqijkirina rêgezî dike"
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i310510-Îlham_ehmed_li_kongirê_tirkiye_dest_bi_paqijkirina_rêgezî_dike
Seroka MSDê, daxwaza derxistins hêzên Tirkiyê ji navçên dagirbûyî yên bakurê Sûriyê dike û raghandiye: "Tirkiye dest bi paqijkirina rêgezî dike."
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 21, 2019 14:57 Asia/Tehran
  • Îlham Ehmed li Kongirê:

Seroka MSDê, daxwaza derxistins hêzên Tirkiyê ji navçên dagirbûyî yên bakurê Sûriyê dike û raghandiye: "Tirkiye dest bi paqijkirina rêgezî dike."

Li gorî rapora Sibey, Îlham Ehmed hevseroka MSD li axiftinek ku têde hejmarek ji endamên kongira Emerîkayê jî beşdar bibûn, daxwaz kir ku paqijkirina rêgezî ku Tirkiye li Girêsipî û Serêkaniyê cih tîne, bên rawestandin û hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên tundrê ên ser bi vî welatî ji van navçên ku dagirkirine derkevin.

Îlham Ehmed seroka MSD li axiftinek bi amadebûna hejmarek ji endamên kongira Emerîkayê daxwaz kir ku paqijkirina rêgezî ku Tirkiye li Girêsipî û Serêkaniyê cih tîne, bên rawestandin û hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên tundrê ên ser bi vî welatî ji van navçên ku dagirkirine derkevin.

Îlham Ehmedê her wiha got: "Efrîn ku pêştir tijî jinên azad û berxwedêr bû, îro têde çendîn komên îslamî yên tundrê hene ku çendîn kêşeyên bo xelkê navçê saz kirine. Eva ye rasitiya navça ku Tirkiyê behsa wê dike û wek Navça Ewleh bi nav dike û bawerî pê heye li halekî de ku rûniştiyên sereke yên Efrînê li derveyî navçên xwe de dijîn û rê nadin wan ku vegerin mal û kewşena xwe".

Wê her wiha bal kişand ser gefa mezin a li hember jiyana xiristiyaniyên bakurê Sûriyê ku ew jî ji ber tevkujiya Tirkiyê li vê navçeyê destpê bû dijî niştecihên wê.

Li civînê "Van Holn" raghand: "Komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike piraniya endamên kongirê wan wek komên terorîst ên tundrê dibînin û hin ji wan jî peywendiya wan bi rêxistina El-Qaideyê heye û hewla paqijkirina rêgezî didin loma pêwîst e Emerîka li dijî ev destdirêjiya Tirkiyê rabe."