Lavrof: Tirkiye dê destdirêjiya ser bakur-rojhilata Sûriyê neke
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i310487-lavrof_tirkiye_dê_destdirêjiya_ser_bakur_rojhilata_sûriyê_neke
Wezîrê karên derve yê Rûsiyê destnîşan kir ku Enqerê ji Moskovayê ra ragihandiye ku tu bernameyek jibo destdirêjiya nû ser Sûriyê tuneye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 21, 2019 04:37 Asia/Tehran
  • Lavrof: Tirkiye dê destdirêjiya ser bakur-rojhilata Sûriyê neke

Wezîrê karên derve yê Rûsiyê destnîşan kir ku Enqerê ji Moskovayê ra ragihandiye ku tu bernameyek jibo destdirêjiya nû ser Sûriyê tuneye.

Li gorî rapora malepra Sibeyê, Roja çarşemiyê Tas Newsê ji zarê Sêrgêyî Lavrof, Wezîrê karên derve yê Rûsiyê ragiahnd ku Enqerê Moskova dilniya kiirye ku tu planek jibo destdirêjiya nû ser Sûriyê tuneye.

Ev di rewşekê da ye ku mewlûd Çawûşoxlûyê Wezîrê karên derve yê Tirkiyê gefa destdirêjiyeka nû ser bakurê Sûriyê xwar û hema wê demê Wezareta berevaniyê ya Rûsiyê pêkanîna destdirêjiya din ji aliyê Tirkiyê va red kiribû.

Pêştir li bajarê Sûçiyê lihevkirinek navbera Rûsiye û Tirkiyê bona ragihandina agirbes û pêşîlêgirtina destdirêjiya artêşa Tirkiyê û têrorîstên ser bi Enqerê li dijî Sûriyê hat wajokirin.

Li pey wajokrina wê klihevkirinê şervanên HSD sozdariya xwe ragihandin, lê artêşa Tirkiyê û komên têrorîst ên ser bi Enqerê carcaran agirbes binpê kirin û hevdem Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê destnîşan kir ku Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) sozdarê agirbesê ne.