Xelkê Babê dijî artêşa Tirkiyê û çeteyên ser bi Enqerê rabû
Îro Duşemiyê xelkê Babê li bakurê Sûriyê dijî artêşa Tirkiyê û çeteyên ser bi Enqerê derket nav kolanan. Xwenîşander derbasî navçeya bin dagîrkeriya artêşa Tirkiyê û têrorîstên alîgirê Enqerê li bajarê xwe bûn.
Li gorî rapora Xendanê, Medyayên bakurê Sûriyê ragihandin ku ji ber teqîna meha bihurî li bajarê Babê ku zêde ji 19 kes hatin kuştin û 50 kes jî birîndar bûn, îro xelkê Babê derketin nav kolanan. Xwenîşander derbasî navçeya bin dagîrkeriya artêşa Tirkiyê û têrorîstên alîgirê Enqerê li bajarê xwe bûn.
Xwenîşanderan hemiyan bi dengekî digotin: "Tirkiye here der, Bab divê were rizgarkirin".
Roja 16ê Mijdara îsal erebeyeka bombebarkirî li bajarê Babê teqiya ku di encamê da zêde ji 19 kes hatin kuştin û 50 kes jî birîndar bûn. Sebebkarê teqînê sala 2016an çeteyekî DAIŞê bûye. Ew piştî dagîrkirina bajarê Babê ji aliyê Tirkiyê va bûye endamê koma Hemzawatê ku yek ji komên têrorîst ên bin fermana Enqerê ye. Xwenîşanderan daxwaza darvekirina sebebkarê teqînê dikin. Ew du saetan piştî wê bûyerê ji aliyê hêzên Sûriyê va hatiye girtinê.
Navenda Mafên Mirovan a Sûriyê ku ser bi opozosyona wî welatî ye, ragihand ku komên têrorîst ên bin fermana Enqerê jibo berbelavkirina xwenîşanderan gulle ser xwenîşanderan reşandin. Wan her wiha erebeyeka xwenîşanderan şewitandin.
Li gorî vê raporê xwenîşanderek hat kuştin û yek jî birîndar bû.