Şer û pevçûna navbera HSD û têrorîstên ser bi Tirkiyê
Îro serê sibê şer û pevçûn navbera Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) û komên têrorîst ên ser bi Tirkiyê li bakurê Sûriyê qewimîn.
Li gorî rapora Xendanê, Medyayên bakurê Sûriyê ragihandin ku îro danê sibê şer û pevçûn navbera HSD û komên têrorîst ên ser bi Tirkiyê li navçeyên Menax, Derdare, Qasimiye û Reşîdiyê qewimîn.
Ji roja 9ê Cotmeha 2019an va destdirljiya artêşa Tirkiyê û komên têrorîst ên ser bi wê li ser bakurê Sûriyê berdewam e û heta niha û niha li çend navçeyên Til Temirê hewil didin ku pêşde biçin.
Êrîşên Tirkiyê û komên ser bi vî welatî piştî wê yekê dest pê bûn û Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê di pêwendiya telefonî ji Erdoxanê serokomarê Tirkiyê ra got ku dixwaze hêzên Amerîkayê ji Sûriyê û navçeyên bin desthilata HSDê vekişîne.