Artêşa Sûriyê kontrola yek ji hêzgehên Hîdroêlêktirîkal girt destê xwe
Tesrîn 18, 2019 12:16 Asia/Tehran
Artêşa Sûriyê karî kontrola hêzgeha Hîdroêlêktirîkal a Tişrînê ku hêzgeha duwem a mezin a Sûriyê di warê berhemanîna enerjiyê de ye, cardinê bigire destê xwe.
Li gorî rapora Russia Todayê, hevgavê kontrola hêzgeha Hîdroêlêktirîkal a Tişrînê ji aliyê artêşa Sûriyê, hêzên eskerî yên Rûsiyê îro dest bi gereçavdêriya xwe li derdora vê teşkîlata stratejîk kirin.
Hêzgeha Hîdroêlêktirîkal a Tişrînê, 20 salan berî niha li kêleka çemê Firatê hat avakirin ku ketiye 90 kmya bajarê Helebê û nêzîkî 630 mega- wat cereyanê berhem tîne.
Artêşa Sûriyê pêştir kontrola hêzgeha herî mezin a Hîdroêlêktirîkal li bajarê Tebqayê li parêzgeha Reqayê ku di bin kontrola koma terorîst a DAIŞê de bû, girtibû destê xwe.