Revandina 25 ciwanên Kurd ji hêla têrorîstên ser bi Tirkîyê ve
Tesrîn 18, 2019 04:44 Asia/Tehran
25 ciwanên Kurd ji hêla têrorîstên ser bi Tirkîyê ve hatin revandinê.
Kanala Al Alkhbaria ya Sûrîyê ragihand ku 25 ciwan ji gundên derdora Serêkanîyê li bakura rojhilata Sûrîyê ji hêla komên têrorîst ên Tirkîye pişta wan digire va hatin revandinê.
Artêşa Tirkîyê ji 9`ê Cotmehê ve bi alîkarîya têrorîstên ser bi Enqerê opêrasyonek bi heceta ``têkoşîna dijî têrorîsmê`` û di rastîyê de dûrxistina hêzên Kurd ku Enqere ji wan re dibêje têrorîst, ligorî fermana Receb Teyîb Erdogan destpê kir.
Bi dû êrişa Artêşa Tirkîyê û têrorîstên ser bi Enqerê ser bakur û rojhilata Sûrîyê, talankirin, dizî, girtin, revandin, işkencekirin û kuştina xelkê herêmê bûye karê rojane yê wan hêzana.