HSDê Til Temir radestî hêzên Rûsya û Sûriyê dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i310366-hsdê_til_temir_radestî_hêzên_rûsya_û_sûriyê_dike
Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan a ser bi opozesiyona Sûriyê li Londonê ragihand ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Til Temir radestî hêzên Rûsya û Sûriyê dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 17, 2019 09:37 Asia/Tehran
  • HSDê Til Temir radestî hêzên Rûsya û Sûriyê dike

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan a ser bi opozesiyona Sûriyê li Londonê ragihand ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Til Temir radestî hêzên Rûsya û Sûriyê dike.

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan diyar kiriye ku li gor rêketina bi Rûsya û hikûmeta Sûriyê re HSD biryar daye ku Ti Temirê bispêra hêzên sûrî û rûsî.

Hatiye ragihandin hêzên Rûsyê û Sûriyê li bajarokê Til Temirê belav dibin û hêzên Tirkiyê û çekdarên ser bi wê jî li derdora Tel Timirê heya sînorê Serê kanî cih digirin.

Hêjayê gotinê ye Artêşa Tirkiyê ji bo ramalîna etnîkî li bakura Sûriyê û dûrkirina kurdên vî welatî ji mal û avahiyên wan li gor îzna Amerîkayê 9ê Cotmehê êrişek ser navê "Kaniya Aştiyê" ser herêma hanê da despêkirin, li gor gotina şahidan ku komkujiya bi sedan kesên sivîl bi çavên xwe dîtine, dibêjin "Kaniya Aştiyê" ya Tirkiyê bûye "Kaniya Xwînê".

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan herwiha diyar kiriye ku 15 erebe û wesayîtên leşkerî yên Rûsyayê ku li Helebê bûn çûne bajarê Qamişloyê û li balafirgeha Navneteweyî ya vî bajarî damezirîne.