Li Babê teqînek qewimî: 51 kuştî û birîndar hene
Li bajarê Babê teqîneke bihêz qewimî û di encamê de li gor zanyariyên destpêkê 18 kesan canê xwe ji dest dane û 43 kes jî birîndar bûne.
Li bajarê Babê yê u dikeve bakur rojhilatê Helebê teqîneke giran qewimî. Li gor zanyariyan ew teqîn li garaja wî bajarî pêk hatiye.
Herwiha di encama wê teqînê de li gor zanyariyên destpêkê, 18 kesan canê xwe ji dest dane û 43 kes jî birîndar bûne.
Herwiha ajansên nûçan ên xwecihî jî belav kirine ku di wê teqînê de 2 wesayîtên polîsên leşkerî yên grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve li wî bajarî bûne armanc û li gor wan çavkaniyan di wê teqînê de 17 çekdar hatine kuştin û 22 çekdar jî birîndar bûne.
Heta niha ti aliyekî berpirsîya wê teqîna giran ku jibilî ziyanên canî, ziyaneke mezin a madî jî gihandiye wê deverê, nedaye ustîyê xwe.
Bajarê Babê Sibata 2017an di encama operasyoneke zêdetir ji du mehan, ketibû jêr kontrola artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve.