NY: 11 miliyon sûrîyan hewcetî bi alîkariyên mirovdostane hene
Tesrîn 16, 2019 04:05 Asia/Tehran
Alîkarê Sêkrêtirê giştî yê NY di warê Mirovdostane da roja Îniyê ragihand ku 11 miliyon sûrî li navçeyên cûrbecûr ên vî welatî hewcedara alîkariyên mirovdostane ne.
Li gorî rapora Fars Newsê, Mark Lowkok (Mark Lowcock) tevî ragihandina vê yekê ji endamên Konseya ewlehiyê ya NY xwest ku bernameya gihandina alîkariya bo gelê Sûriyê ji rêya sînoran ku di meha Kanûna 2019an da bi dawî tê, dirêj bike.
Alîkarê Sêkrêtirê giştî yê NY di warê Mirovdostane da rawestandina alîkariya sebeba berfirehbûna nexweşî û birçîtiyê li Sûriyê da zanîn û got: Rawestandina operasiyona alîkariya bo gelê Sûriyê nemaze di dema niha da ku demsala Zivistanê nêzik e, dibe sebeba pêkhatina pêla nû ya penaberan û dê qeyraneka din li navçeyê pêk bîne.