Destpêbûna operasiyona artêşa Sûriyê li başûra rojhilata Idlibê
Operasiyona artêşa Sûriyê li mêhwera başûra rojhilata parêzgeha Idlibê wekî axir pêgeha terorîstên Cibhetul-Nusreh destpê bû.
Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Operasiyona artêşa Sûriyê bi pişkdariya yekîneyên topxaneyî û hewayî li mêhwera başûra rojhilata parêzgeha Idlibê wekî axir pêgeha terorîstên Cibhetul-Nusreh destpê bû û wan karîn Luwîbdê li bakûra bajarê Ebûdaliyê ji destê terorîstan derxwînin.
Gor vê raporê Firokên şerî yên Sûriyê û Rûsiyayê karîn pêgehên terorîstan li vê mêhwerê bikene hedefa êrişên xwe.
Beşar Esed serokkomarê Sûriyê bal kişandibû ser viya ku bereya Idlibê axir pêgeha terorîstên Cibhetul-Nusreye û bi girtina vê navçê êdî jiyana terorîstan li nav axa Sûriyê kuta dibe gotibû: Eger bê û gotûbêjên siyasî ji bo derxistina terorîstan ji nav Idlibê negihêje encamê artêşa Sûriyê dê operasiyona xwe destpê bike.
Li destpêka sala 2015 çend grûpên çekdar ku birek ji welatên navçê ji wan Erebistan û Tirkiyê piştevaniya wan dikirin, bi hevra bûne yek û hevalbendiya Cêyîşul-Feth pêk anîn û Idlib dagîr kirin.
.