Rûsya dixwaze balafirxaneya Qamişlo ji bo 49 salan kirê bike
Tesrîn 14, 2019 09:01 Asia/Tehran
Rûsya dixwaze balefirxaneya navdewletî ya li bajarê Qamişloyê ji bo dema 49 salan kirê bike.
Li gor nûçeya çapemeniya Rûsyayê, berpirsên wî welatî dest bi gotûbêjan li gel Hikûmeta Sûriyê kirine ku balefirxana bajarê kurdnişîn ê Qamişloyê li bakura rojhilata Sûriyê bi kirê bigrin.
Artêşa Rûsyayê dixwaze balefirxana Qamişlo wek binkeyên leşkerî yên Humeymîm û Tertus a li Rojavayê Sûriyê bike binkeyekî leşkerî.
Rûsya li gor rêkeftina 49 salî ya li gel hikûmeta Sûriyê ku rê tê dayîn were dirêj kirin, her du binkeyên Humeymîm û Tertus kirine binkeyên leşkerî yên artêşa welatê xwe.