Pevçûnên giran di navbera Artêşa Sûriyê û Hêzên Tirkiyê li bakura Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i310158-pevçûnên_giran_di_navbera_artêşa_sûriyê_û_hêzên_tirkiyê_li_bakura_sûriyê
Artêşa Sûriyê di encama berdewamiya pêşveçûna xwe karî gundê Um Şeyfa ji bin destê artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê derxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 10, 2019 07:52 Asia/Tehran
  • Pevçûnên giran di navbera Artêşa Sûriyê û Hêzên Tirkiyê  li bakura Sûriyê

Artêşa Sûriyê di encama berdewamiya pêşveçûna xwe karî gundê Um Şeyfa ji bin destê artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê derxistin.

Ligor zanyariyan Artêşa Sûriyê bi operasiyonekê gundê Um Şeyfa li derdora Serê Kaniyê ji bin destê dagîrkerên Artêşa Tirkiyê û Çekdarên bin fermana wê derxist.

Piştî vê yekê Artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi Tirkiyê ji bo standina heyfê navçe topbarankir ku di encamê de li gundewarê Til Temirê 5 leşkerên artêşa rejîma Sûriyê hatine kuştin û 26 leşker jî birîndar bûne.

Çavkaniyên kurd li Sûriyê jî ser vê yekê ragihandin ku ji ber topbarana li ser gundê Um Şeyfa 5 leşkerên artêşa rSûriyê hatin kuştin û 20 din jî birîndar bûn. Her wiha 4 din li gundê Dildara birîndar bûn. Li gundê Um Kêf jî 2 leşker birîndar bûn.

Ajansa dewleta Sûriyê SANAyê jî ragihand ku pevçûnên giran di navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û hêzên Tirkiyê de li bakurê Sûriyê hene.