Nerazîyên Kurd li bakura Sûrîyê hêzên Tirkîyê dan ber keviran
Hêzên ûris û Tirkîyê di çaçrova rêkevtina her du welatan da dest bi gerreçavdêrîyeke hevpar li bajarokê Girkêligê kirin û xelkên gundên derdorê jî ew dan ber keviran.
Ligorî rapora televîzyona Kurdistan24`ê, Îro Înî 8`ê Mijdarê Polîsên Leşkerî yên Ûrsêtê û çend hêzên Tirkîyê ku sîyarî 4 zêrêhpûşan bibûn, di çarçova rêkevtina her du welatna têkildarî bakura rojhilata Sûrîyê de dest bi gerreçavdêrîya hevpar li deverên sînorî yên bajarokê Girkêlegê kirin û xelkê gundên derdorê jî rê li ber wan girtin û ew dan ber keviran.
Ji hêla din ve dema hêzên ûris û Tirkîyê ku derketibûn gerreçavdîrîyê giheştin Dêrikê, xelkê wir dest bi xwenîşandanê kir û di encamê de ciwanekî canê xwe ji dest da. Ciwanekî bi nîşana nerazîbûna himberî hêzên ûris û Tirkîyê xwe ji êrêhpûşeke hêzên Tirkîyê va girt û û ket ûdi encamê de canê xwe ji dest da.
Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSD jî ragihand ku ciwanê bi navê Serxwebûn Bengîn ketîye bin zêrêhpûşa hêzên Tirkîyê û zêrêhpûş ser ra derbas bûye.
Hin xwenîşander jî ji ber ku ketin ber gaza rondikîner a ku hêzên Tirkîyê dijî xwenîşanderan bi kar anîn, tûşî bêhinçikbûnê bûn.