Duyemîn gerreçavdêrîya hevpar a hêzên Tirkîyê û Rûsyayê li bakura Sûrîyê destpê bû
Duyemîn gerreçavdêrîya hevpar a hêzên Tirkîyê û Rûsyayê li bakura Sûrîyê destpê bû.
Bi destpêbûna duyemîn gerreçavdêrîya hevpar a hêzên Tirkîyê û Rûsyayê, karwanê hêzên çekdar ê Tirkîyê ku ji 4 maşînên zêrêhpûş pêk hatibû, ji çeperên xwe li şarê Sirûçê ser bi parêzgeha Rihayê ji sînor derbas bû û tevlî hêzên Rûsyayê bû.
Hêzên Tirkîye û Rûsyayê li navça di navbera rojhilata Serêkanîyê û rojavaya Girsipî dê bigerrin. Di wê gerreçavdêrîyê de balafirên bêfirokevan jî tên bikaranînê.
Yekem gerreçavdêrîya hêzên çekdar ên Tirkîye û Rûsyayê jî roja 1`ê Mijdarê di navbera rojhilata Serêkanîyê û rojavaya Qamişloyê de hat encamdanê.
Ew gerreçavdêrîya bi armanca cihanîna rêketinama Soçîyê û ligorî idiaya rayedarên Tirkîyê di çaçrova têkoşîna dijî têrorîsmê li rojhilata Firatê de hatîye encamdanê.