MSD: Em amadene ligel Şamê dest bi diyalogê bikin
Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) ragihand ku helwesta wê di mijara danûstandina bi hikûmeta Sûriyê de ji destpêka aloziya Sûriyê ve sabît e û amadeye ji bo parstina yekperçetiya axa Sûriyê, bê şert bi hikûmetê re muzakire bike.
MSDê di daxuyaniyek da bal kişand ser gotinên vê dawiyê yên serokomarê Sûriyê Beşar Esedî û ew erênî nirxandin û diyar kir:" Lihevkirina leşkerî ya di navbera Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) û artêşa hikûmeta Sûriyê ya bi navbeynkariya Moskovayê destpêka avakirina girtekên baweriyê ye ya ku em bi hewcedariya wê ne da herêman ji dewleta Tirkiyê ya dagirker rizgar bikin.
Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: ‘‘MSDê di çarçoveya mezintirîn hevalbendiya hêzên opozîsyona demokratîk a Sûriyê careke din radighîne ku ew amade ye bi hikumeta Sûriyê re bikeve diyalogê. Sûriyê di van deman de ji aliyê dewleta Tirkiyê û terorîstan ve rastî mezintirîn prosesa qirkirin, çewisandin û wêraniyê tê.
Li ser vê yekê MSDê wek mezintirîn çarçoveya hevalbendiya hêzên opozîsyona demokratîk li Sûriyê tê hesibandin radighîne ku ew ji bo avakirina oposîzyonek sûrî rastîn ji tevahiya aliyên derveyî Meclisa Sûriye Demokratîk çi li hundir an jî li derve, her wiha yên ku ji Cenev û Astanayê yan jî ji komîteya destûrî hatine dûrxistin û tevahiya kesên ku ragihandine têkiliya wan bi çareserkirina aloziya Sûriyê heye vekirî ye da ku bi hikumeta Sûriyê bê şertên pêşîn û li gorî rêgezên niştîmanî; yekitiya Sûriyê, ax û serdestiya wê dest bi diyalogê bikin.”