Wezîrê berevaniya pakistanê got: Gefa sereke ya navçê Rejîma Siyonîst e
Wezîrê berevaniya Pakistanê Rejîma Siyonîst gefa sereke ya li navçê û derdaiyê şerrê vê dawiyê bi Îran, Libnan û Filistînê re da zanîn. Xace Mihemed Asif got: Lobiya siyonîsm, Amerîkayê ber bi şerrê bi Îranê ve kaş kir lê ti yek negihîştin armancên xwe û nefreta ji Rejîma Siyonîst di cîhanê de zêde bûye.
Di eynî demê de kesayetiyên pakistanî di civîna Bîranîna Şehîdên Azadiya Filistînê li Keraçiyê de bi pêgîriya li ser pêwîstiya hevgirtîbûna îslamî, daxwaza zêdebûna piştgîriyên siyasî û mirovî ji armanca Filistînê kir. civîna Bîranîna Şehîdên Azadiya Filistînê bi amadebûna alim, zanyar, kesayetiyên siyasî û civakî û çîn û qatên gel li bajarê Keraşiyê hat lidarxistin. Beşdar di dawiya merasimê de amajeyî rewşa Mizgevta Eqsayê û cihên din ên pîroz li Filistînê kirin û daxwaza baldariya zêdetir a cîhana îslamê li alûgorên vê navçê kirin û êrişa ser cihên pîroz ên misilman û xaçparêzan şermezar kirin.