Dewama êrişên Rejîma Siyonîst ser başûr û rojhilatê Libnanê
Kanûn 12, 2025 17:26 Asia/Tehran
Çavkaniyên medyayî yên libnanî behsa dewama êrişên Rejîma Siyonîst ser çend navçeyên li başûr û rojhilatê vî welatî kirin.
Medyayên libnanî behsa sê êrişên hewayî yên Rejîma Siyonîst ser bilindahiyên Reyhan, sê êrişên hewayî ser navçeya Tebnayê û êrişeka hewayî ser navçeya Homîn a vî welatî kirin. Li gorî van medyayan, qezaya Qelie Mîs di navbera du navçeyên Nisar û Zariyeyê jî du caran ketin ber êrişên artêşa terorê.
Heta nika ti raporeka fermî li ser hejmara kuştiyan yan asta xisarên muhtemel ên ji ber van êrişan nehatiye weşandin. Hizbullaha Libnanê ji bilî şermezarkirina van êrişan xitabî rayedarên libnanî ragihand ku serpişkîdayîna Libnanê, nabe sedema rawestandina êrişên Rejîma Siyonîst.