Mijdar 23, 2025 17:22 Asia/Tehran
  • Tundkirina destdirêjîyên Rejîma Sîyonîst li Libnan u Xezzeyê

Balafirên cengê yên Rejîma Sîyonîst careka din di çarçova destdirêjîya ser sînorê hewayî yê Libnan u Xezzeyê da, çend caran êrişî navçeyên curbicur kirin.

Balafirên cengê yên Rejîma Sîyonîst careka din sînorê hewayî yê Libnanê binpê kirin u êrişî çend navçeyên vî welatî kirin. Ev destdirêjî ku di bin sîya bêdengîya ecêb a civaka navdewletî pêk hat, di encamê da hejmareke welatîyên sivîl ên libnanî hatin şehîdkirin u zîyaneke giran li binesazîyên girîng ên vî welatî ket. Rejîma Sîyonîst herwiha êrişî bajarokekî li başûra Libnanê kir ku di encama vê êrişa bi xwofirrê da kesek hat şehîdkirin.

Rejîma Sîyonîst herwiha bi xwofirrê êrişî maşînekê li bajarokê Eyta Şe`bê li başûra Libnanê kir. Artêşa Rejîma Sîyonîst ji nîveşeva buhurî va heta îro êrişî çend navçeyên başûr u rojhilata Zîvala Xezzeyê jî kir ku di encamê da çend mal li Refeh u Xan Yûnisê hatin wêrankirin u çend filistînî jî hatin şehîdkirin. Çavkanîyên nûçeyan li Xezzeyê ragihandin ku di 24 saetên buhurî da meytê 5 şehîdan bo Nexweşxana Ewdeyê hatin veguhestin  ku ji wan 2 zarok u jinek in. Wezareta Tenduristîyê ya Xezzeyê jî ragihand ku ji destpêka agirbesê va heta nika herîkêm 318 filistînî hatine şehîdkirin u 788 kes jî hatine birîndarkirin.

Di vê navberê da awareyên filistînî jî nikarin alîkarîyên mirovdostane bi dest bixin û gellek ji wan di encama nebûna alavên tendrurstî û dermîn u xelayê da canê xwe ji dest didin. Di vî halî da Rêxistina Pizişkên Sînornenas ragihandîye ku alîakrîyên mirovdostîyê bi awayekî sînordakirî derbasî Xezzeyê tên kirin u wisa xûya dike ku ev pêvajo yê tam bê sekinandin. 

Serepeyv