Mijdar 03, 2025 13:35 Asia/Tehran
  • Bersiva Ensarullaha Yemenê bo Rejîma Siyonîst: Em amade ne ku di pratîkê de bersivek tund bidin

Endamê Polîtboroya tevgera Ensarullah Yemenê got ku ev tevger amade ye ku di pratîkê de bersivek tund bide Rejîma Siyonîst.

Mihemed Fereh got ku ev tevger tam amade ye ku her kiryarek dijminane veguherîne xerceke siyasî, aborî û stratejîk ji bo vê rejîmê. Wî her wiha got: Gefên Rejîma Siyonîst dijî Yemenê tiştek ji bilî nuximandina rewakirina siyasetên dijminane nîne. Vî endamê polîtboroya tevgera Ensarullahê got ku em ji armancên Siyonîstan agehdar in. Ew dixwazin hêzek yekane li herêmê  bidin sepandin û hemî kesên ku li dijî destydirêjiyên wan derdikevin, bînin rê û bixin bin fermana xwe. Pêştir Mihemed Bexîtî, endamê polîtboroya Ensarullaha Yemenê, gotibû ku em ê bi lez û bi tundî bersivê bidin her destdirêjiyeke Rejîma Siyonîst.

Serepeyv