Êrişa siyonîstan ser Perrava Rojava Çemê Urdinê
Cotmeh 31, 2025 17:50 Asia/Tehran
		Di dewama cinayetên Rejîma Siyonîst li Erdên Dagirkirî de, çavkaniyên filistînî yên nûçeyan basa êrişa hovane ya leşkerên vê rejîmê ser navçeyên curbicur ên Perrava Rojava Çemê Urdinê û şehîdbûna ciwanekî filistînî bi derba gulleya dagirkiran li Ramelahê kirine.
Çavkaniyên filistînî ragihandin leşkerên Rejîma Siyonîst herwiha êrişî Kefer Eqeb, Um Şerayêt û El-xelîlê kirin û bi avêtina gazên rondikhîner û bombeyên bi deng hewl didan ku ciwanên filistînî belav bikin. Ev cinayet di halekî da ne ku piştî hevhatina agirbesê di rojên dahatû de dagirkir bi caran agirbes binpê kirine. Di encama êrişa bi xwefirê ya artêşa terorê ser bajaroka Kewneynê li başûrê Libnanê da jî welatiyek libnanî şehîd bûye.
 
							 
						 
						