Nakokî li Erdên Dagirkirî yên Filistînê, Netanyahu ji dadgehê derket
Cotmeh 15, 2025 13:22 Asia/Tehran
Çavkaniyên nûçeyan derbarê amadebûna Netanyahû, Serokwezîrê Rejîma Siyonîst li dadgehê bi tawana gendeliyê de û lidarxistina xwepêşandanê hevdem ligel vê civînê agahî dan.
Kanala 12 an a Rejîma Siyonîst ragihand ku Netanyahu di nîveka civîna darizandina wî de ji nişkêve piştî wergirtina peyamekê ji dadgehê derket.Hevdem ligel lidarxistina civîna darizandina Netanyahû bi tawana gendeliyê, komek ji bajaroknişînan li derveyî dadgehê li dijî wî xwepêşandan kirin û daxwaza îstifaya wî kirin.Netanyahu bi gendeliyê û îstifada xirab ji desthilatê hatiye tawanbarkirin û gelek doz li dijî wî hatine vekirin.