Hizbullah: Bereya berxwedanê pîlana dijmin li Xezzeyê pûç kir
Endamê fraksiyona Emekdariya bo Berxwedana Lubanê li parlemana Lubnanê tekez kir ku operasyona Bahoza Eqsayê xala werçerxanê ya dîrokî di şerê li himberî dijmin bû û piştî du salan şer û jînosaydê, Rejîma Siyonîst negihîşt armancên xwe ji ber ku berxwedan li ser pêyan e û bi hêza xwe agirbes ser dijmin de sepand.
Hesen Îzzedîn tekez kir: Berevaniya ji axê mafekî mirovî û rewa ye û bang li hikûmeta Lubnanê kir ku berpirsiyariyên xwe yên neteweyî bide istûyê xwe û helwestek yekgirtî û wêrekane dijî Rejîma Siyonîst bigire, ji giliyek fermî bo Konseya Ewlehiyê bigire heya gazîkirina balyozên welatên mezin û ragihandina helwesta tund dijî cinayetên Rejîma Siyonîst.
Îzzedîn her wiha got ku yekîtiya neteweyî û lihevfehmkirina navbera lubnaniyan li kêleka berxwedan û artêşa neteweyî, yek ji çavkaniyên sereke yên hêza lubnaniyan e.