Cotmeh 09, 2025 17:55 Asia/Tehran
  • Werzê berhevkirina zeytûnan; tundbûna êrişên sîyonîstan ser cotkarên filistînî

Hevgavê destpêbûna werzê berhevkirina zeytûnan li Rexê Rojavaya Çemê Urdinê, êrişên sîyonîstên bajaroknişîn u leşkerên dagirker ser cotkar u xwedîyên bagan ên filistînî zêde bûne.

Bajaroknişînên sîyonîst u leşkerên dagirker îro li bajar û bajarokên Rexê Rojavaya Çemê Urdinê dest bi pêleke nû ya êrişan ser cotkarên filistînî kirin, dema ku wan hasila zeytûnê berhev dikirin û di encama wê pêla êrişan da çend cotkarên filistînî birîndar bûn û zîyan li baxên wan ên li parêzgehên Nablos, El Xelîl û Silfîtê ket.

Hêzên sîyonîst ên dagirker nehîştin ku cotkar u xwedîyên bagan li gundê Dêr Emmarê ji bo berhevkirina zeytûnan derbasî bagên xwe bibin. 

Li şarê Nablosê jî bajaroknişînên sîyonîst êrişî hejmareke cotkarên filistîî ku li zevîyên xwe derdora şarên Heware u Borînê kar dikirin, kirin û di encamê da cotkarekî filistînî hat birîndarkirin. 

Serepeyv