Êrişa mûşekî ya Yemenê ser armancên hesas li erdên dagirkirî yên Filistînê
Cotmeh 05, 2025 15:29 Asia/Tehran
Berdevkê hêzên çekdar ê Yemenê ragihand ku hêzên wan bi mûşekê êrişî armancên hesas li Qudsa dagirkirî kirin.
Yehya Serî, Berdevkê hêzên çekdar ê Yemenê, di daxuyaniyekê de ragihand ku bona piştgiriya ji gelê mezlûm ê Filistînt û di bersiva jînosayda gelê Xezzeyê de Yekîneya Mûşekî ya hêzên çekdar ên Yemenê di operasyoneke leşkerî ya taybet de êrişî armancên hesas ên curbicur li navçeya Qudsa dagirbûyî kir. Wî got ku ev operasyon bi mûşeka balîstîk a haypersonîk a Filistîn-2 ku şiyana hilgirtina çend kumikan heye hat kirin. Serî tekez kir ku ev operasyon serketî cih hat û siyonîstên talanker reviyan stargehan.