Xwepêşandanên bona piştgiriya ji Filistîn û Xezzeyê li Yemenê
Cotmeh 03, 2025 17:29 Asia/Tehran
Yemen îro jî bû şehedê lidarxistina xwepêşandanên berfireh.
Xelkê parêzgehên Seide, Rîme û Marebê cardin ji bo piştgiriya ji gelê Xezzeyê derketin kolanan û bi protestokirina Rejîma Siyonîst, jînosayda li Filistînê şermezar kirin. Beşdarên vê xwepêşandanê ser helwestên bingehîn û cidî yên Yemenê bona piştgiriya ji gelê Filistînê û berxwedanê tekez kirin .
Wan her wiha plana Trump bi tundî şermezar kirin û ew planeke sazişê ji bo zexta ser berxwedana Filistînê zanîn û gotin ku ev komplo bi hevkariya hin rejîmên Ereb ên herêmê tên pêkanîn.