Îlon 29, 2025 16:37 Asia/Tehran
  • Operasyonên pirrcûr ên hêzên yemenî dijî Rejîma Sîyonîst

Berdevkê Hêzên Çekdar ê Yemenê ragihand ku hêzên wan bi mûşek u xwofirran êrişî Erdên Dagirbûyî yên Filistînê kirin.

Yehya Serî Berdevkê Hêzên Çekdar ê Yemenê pêgirî kir: Hêzên Çekdar ên vî welatî di operasyonekê da bi mûşeka balestîk a Sûpesonîk a bi navê Felestîn- 2 ku kumika wê xuşî ye, êrişî çend cîyên hestyar li Yafaya dagirbûyî kirin.

Wî herwiha got: Ev operasyona bi awayekî serkevtî hatîye lidarxistin u di encamê da çend milyon sîyonîst revîn sitargehan. 

Yekîneya Xwofirran a hêzên çekdar ên Yemenê jî bi 2 xwofiran êrişî çend cîyên girîng li Um Reşraşê kir. Berdevkê Hêzên Çekdar ê Yemenê herwiha got: tenha bijare li pêşberî umeta me têkoşîna himber Rejîma Sîyonîst û berxwedana himber vî dijminî û piştgirîya giştalî ji gelê Filistînê ye. 

Serepeyv