Îlon 24, 2025 18:02 Asia/Tehran
  • Xezze- Berdewambûna êrişên Rejîma Sîyonîst

Di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ser Xezzeyê di 24 saetên buhurî da42 kes hatin şehîdkirin u 175 kes jî hatin birîndarkirin.

Di encama êrişên ser cîyên belavkirina xwarek u alîakrîyan da jî 5 kes hatin şehîdkirin û 20 kes jî hatin birîndarkirin. Li navenda Xezzeyê jî malek hat bombebarankirin ku di encamê da 20 filistînî ji wan çend zarok hatin şehîdkirin.

Nivîsgeha Ragihandinê ya hikûmeta Filistînê li Xezzeyê jî di daxûyanîyekê da pêgirî kir ku zêde ji 900 hezar filistînî li şarê Xezzeyê û warêxwe mane u bi awayekî vebirr dijî hewlên dagirkeran ên ji bo awarekirina wan derdikevin.

Hejmara şehîdên êrişên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê ji 7ê Cotmeha sala 2023yê va heta nika rabû 65 hezar û 419 kesî. 

Serepeyv