Îlon 15, 2025 19:43 Asia/Tehran
  • Mîrê Qeterê di civîna awarte ya rayedarên welatên Îslamî de: Êrişa ser paytexta me tirsonekane bû

Mîrê Qeterê di destpêka civîna Awarte ya rayedarên welatên Ereb û Îslamî de li Dohayê, got: Hemû cîhan ji ber vê destdirêjiya tirsonekane û kiryara terorîstî şok bû.

Şêx Temîm Bin Hemed Alê Sanî ,Mîrê Qeterê got: Paytexta me ket ber êrişa nacamêrane û malek ket ber êrişan ku malbatên rêberên Hamasê û tîma muzakireker ya vê tevgerê tê de diman.

Wî her wiha got: Şerê Rejîma Siyonîst dijî Xezzeyê bûye şerek ji bo wêrankirin û jînosaydê. Wî got ku Rejîma  Siyonîst hewl dide ku Xezzeyê veguherîne herêmekê ku cihê jiyanê nebe. Şêx Temîm got: Ger Rejîma Siyonîst niyeta kuştina rêvebirên sîyasî yên Tevgera Hamasê heye, vêca çima bi wê re muzakireyê dike? Wî got ku Rejîma Siyonîst ber bi hilweşandina Sûriyê ve diçe û pîlanên wê dê serê xwe negrin. Netanyahu di vê xeyalê de ye ku herêma Erebî bibe navçeya bin bandora Rejîma Siyonîst da û ev xeyaleke xeternak e. 

Serepeyv