Îlon 08, 2025 21:14 Asia/Tehran
  • Zêde ji 26 Siyonîst di operasiyona şehadetxweziyê de hatin kuştin û birîndarkirin

Çavkaniyên ibrî ragihandin di encama operasiyoneka şehadetxweziyê de zêde ji 26 Siyonîst hatin kuştin û birîndarkirin.

Du filistînî bi operasiyona leşkerî ya şehadetxweziyê li taxa Ramotê li bajarê Qudsê ber bi otûbûsa Siyonîstan ve gulle avêtin ku anegorî amarên berayî di encama vê operasiyonê de heft siyonîst hatin kuştin û nêzî 20 siyonîst jî birîndar bûn. Çavkaniyên Siyonîst îdia kirin du pêkhînerên vê operasiyonê hatine şehîdkirin.

Komên Berxwedana Filistînê di daxuyaniyên cida da pesna operasiyona dijî siyonîstan a îro Duşemiyê ya li bakûrê bajarê dagirkirî yê Qudsê dan û ewê bersiveke xwezayî li hember jînûsayda Rejîma Siyonîst dijî netewê Filistînê bi taybet li Zîvala Xezzê dan zanîn.

Tevgera Hemasê di daxuyaniya xwe de ragihand: Em pesna operasiyona qaremanane û bêmînak a du şervanên Berxwedana Filistînê li bajaroka siyonîstnişîn a Ramotê li bakûrê bajarê dagikirî yê Qudsê didin.

Serepeyv