Îlon 06, 2025 16:09 Asia/Tehran
  • Dezgeha nirxandina zirarên Rejîma Siyonîst: 12 rojên şerê bi Îranê re bi qasê 2 salên şerê Xezzeyê zirara xwe hebû

Berrpirsê saziya dayîna zirara ziyandîtiyan ji şerê Rejîma Siyonîst, şerê 12 rojî bi Îranê re wekî sonamiyekê ji bo vê rejîmê da zanîn û ragehand 12 rojên şerê bi Îranê re bi qasê 2 salên şerê Xezzeyê zirara xwe hebû.

Şay Aharanoviç, serokê Dayireya bacê, ku berpirsê dayîna xerameyê ji qurbaniyên şerê Rejîma Siyonîst e, ragehand ku asta kavilî û wêraniya êrişên Îranê ewqas zêde ye ku em hewcedarê pejirandina demlidest a qanûnekê ne ku bikare destekê bide me ku em van kaviliyan avedan bikin. Vî rayedarê rejîma dagirker got: Piştî şerê 12 rojî yê Rejîma Siyonîst dijî Îranê, bi qasî 54 hezar daxwazên zirarê, rasterast ji dayireya sermalê re hatin pêşkêşkirin ku ev bi xwe bi qasî xerca zirara hemî 75 hezar daxwazan e ku di dereqa Operasyona Şûrê Hesinî (şerê li dijî Xezzeyê) hatibû tomarkirin.

Serepeyv