Êrişa mûşekî ya Yemenê ser balafirgeha Elledê
Tebax 28, 2025 19:09 Asia/Tehran
Berdevkê hêzên çekdar ên Yemenê basa êrişa mûşekî ya ser balafirgeha Elledê li Yafaya Dagirkirî kir.
Yehya Serî got: Yekîneya mûşekî ya hêzên çekdar ên Yemenê di operasiyoneka taybet da balafirgeha Elledê li navçeya Yafaya Dagirkirî da ber mûşeka balistîk a haypêrsonîk a Filistînê 2`ê. Wî herwiha got: Ev operasyona ku ji bo piştgiriya gelê mezlûm ê Filistînî û bersiva li hember birçîbûna niştecihên Xezzeyê ye, serkeftî bû bi mîlyonan siyonîst ber bi weşartgehan ve reviyan û firîn hatin rawestandin.