Tebax 18, 2025 17:40 Asia/Tehran
  • Kuştina 900 leşkerên siyonîst li Xezzeyê, 31 milyar dolar kêmasiya bûdceya Tel Avîvê

Artêşa Rejîma Siyonîst ji destpêka şerê Xezzeyê ve 898 leşkerên xwe ji dest dane û dirêjbûna vî şerî bûye sebeb ku 31.5 milyar dolar budca vê rejîmê kêm were.

Ajansa nûçeyan a Şehab a Filistînê bala xwe daye ser kuştî û ziyanên mirovî û madî yên artêşa  Rejîma Siyonîst  di encama şerê Xezzeyê da û nivîsiye ku li gorî amarên fermî yên artêşa vê rejîmê, ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve 898 leşker û efserên artêşa Rejîma Siyonîst  li Xezzeyê hatine kuştin, ku ji vê hejmarê 454  kes di encama operasyonên bejayî li Xezzeyê de hatine kuştin.

Her wiha amarên fermî yên rejîma  siyonîst nîşan didin ku nêzîkî 6 hezar û 193 leşker li Xezzeyê birîndar bûne ku ji vê hejmarê 924 kes bi giranî  birîndar bûne û 2 hezar û 872  kes jî  ji destpêka operasyonên bejayî ve birîndar bûne.

Di daneyên artêşê de, hejmara rast a  birîndarên leşkeran an jî birînên sivik û her weha pirsgirêkên derûnî  di encama  vî şerî de tên sansûrkirin. 

Rapor nîşan didin ku  di şêr de 42 leşker û efserên payebilind ên artêşa Rejîma Siyonîst xwe kuştine, ku ev yek nîşana zexta psîkolojîk a giran ser leşkerên siyonîst di vî şerî de ye.

Eva di demekê de ye ku zêdetirî 10 hezar  leşkerên siyonîst  ji  ber pirsgirêkên rewanî û mejiyê êşê dikişînin.

Li gorî nûçeyek din, Seraya Quds, baskê leşkerî yê tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê, ragihand ku wan li rojhilatê bajarê Xezzeyê  xwefireke artêşa Rejîma Siyonîst li rojhilatê Xezzeyê xistien bin kontrola xwe.

Di heman demê de, Tabûrên Qessam wêneyên operasyona dijî leşkerên dagirker  belav kiriye.

Têkoşerên berxwedanê leşkerên siyonîst li Xezzeyê asê kirine û bi kemînên hevpar  û operasyona ji nêzîk  ve derbên giran li dagirkeran dixin.

Serepeyv