Xwepêşandana efserên Hêza Hewayî dijî Netanyahû li Til Avîvê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i355739-xwepêşandana_efserên_hêza_hewayî_dijî_netanyahû_li_til_avîvê
Bi sedan efserên Hêza Hewayî ya artêşa Rejîma Siyonîst ji bo protestokirina biryara Binyamîn Netanyahu ya berfirehkirina êrişên leşkerî û dagirkirina bajarê Xezzeyê tevlî pêla nerazîbûnên navxweyî bûn.
(last modified 2025-08-13T10:31:58+00:00 )
Tebax 13, 2025 11:55 Asia/Tehran
  • Xwepêşandana efserên Hêza Hewayî dijî Netanyahû li Til Avîvê

Bi sedan efserên Hêza Hewayî ya artêşa Rejîma Siyonîst ji bo protestokirina biryara Binyamîn Netanyahu ya berfirehkirina êrişên leşkerî û dagirkirina bajarê Xezzeyê tevlî pêla nerazîbûnên navxweyî bûn.

Efserên Hêza Hewayî tekez kirin ku şerê li Xezzeyê bê armanc berdewam dike û alîkariya  ewlehiya Rejîma Siyonîst nake. Neraziyên beşdarê vê xwepêşandanê  gotin ku Netanyahu di çarçoveya berjewendiyên kesane û parastina hebûna xwe ya siyasî da naxwaze şêrr bi dawî bike. Fermandeyekî berê yê Hêza Hewayî gotiye: Berfirehkirina şerê li Xezzeyê dê bibe sedema zêdetir kuştina leşkeran û rê li ber azadkirina girtiyan bigire.