Tebax 13, 2025 15:25 Asia/Tehran
  • Xwepêşandana efserên Hêza Hewayî dijî Netanyahû li Til Avîvê

Bi sedan efserên Hêza Hewayî ya artêşa Rejîma Siyonîst ji bo protestokirina biryara Binyamîn Netanyahu ya berfirehkirina êrişên leşkerî û dagirkirina bajarê Xezzeyê tevlî pêla nerazîbûnên navxweyî bûn.

Efserên Hêza Hewayî tekez kirin ku şerê li Xezzeyê bê armanc berdewam dike û alîkariya  ewlehiya Rejîma Siyonîst nake. Neraziyên beşdarê vê xwepêşandanê  gotin ku Netanyahu di çarçoveya berjewendiyên kesane û parastina hebûna xwe ya siyasî da naxwaze şêrr bi dawî bike. Fermandeyekî berê yê Hêza Hewayî gotiye: Berfirehkirina şerê li Xezzeyê dê bibe sedema zêdetir kuştina leşkeran û rê li ber azadkirina girtiyan bigire.

Serepeyv