Hizbullah: Ewlewiyeta Libnanê bidawîanîna dagirkeriyê û rawestandina destdirêjiya Rejîma Siyonîst e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i355621-hizbullah_ewlewiyeta_libnanê_bidawîanîna_dagirkeriyê_û_rawestandina_destdirêjiya_rejîma_siyonîst_e
Nûnerê fraksiyona Emegdariya bo Berxwedanê li parlemaman Libnanê got ku gava yekem û ewlewiyeta wê bidawîanîna dagirkeriya Rejîma Siyonîst û rawestandina destydirêjkeriya wê ye.
(last modified 2025-08-04T11:10:51+00:00 )
Tebax 04, 2025 12:36 Asia/Tehran
  • Hizbullah: Ewlewiyeta Libnanê bidawîanîna dagirkeriyê û rawestandina destdirêjiya Rejîma Siyonîst e

Nûnerê fraksiyona Emegdariya bo Berxwedanê li parlemaman Libnanê got ku gava yekem û ewlewiyeta wê bidawîanîna dagirkeriya Rejîma Siyonîst û rawestandina destydirêjkeriya wê ye.

Elî Feyaz û şandeke Hizbullahê bi Mîşêl Ewn Serokkomarê berê  yê vî welatî re hevdîtin pêk anîn. Feyaz piştî vê hevdîtinê got: Em amade ne ku di çarçoveya rêketina Konseya Ewlehiyê ya 1701 û rêketina agirbestê ya di navbera Libnanê û rejîma Siyonîst de rewşê hilkolin.

Nûnerê Hizbullahê got: Pêngava yekemîn divê pabendbûna Rejîma Siyonîst  bo vekişyana ji axa Libnanê  rawestandina destdirêjkeriyan û serbestberdana girtiyan be. 

Feyaz daxwaza  ji Libnanê  jibo pêknaîna kiryarên yekalî di çarçoveya peymana agirbestê di halekî de ku aliyê himber girîngiyê nade rêketinê şermezar kir  û got: Ti garantî an nîşanên vekişînê an pabendbûna pêşerojê ji bo rawestandina destdirêjiyên Rejîma Siyonîst tunene.