Hizbullah: Berxwedan teslîm nabe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i355533-hizbullah_berxwedan_teslîm_nabe
Nûnerê Hizbullaha Libnanê, ragihand ku Amerîkayê rê daye siyonîstan ku êrîşên xwe yên dijî Libnanê bidomînin û got: Berxwedan dê bimîne û hêzên siyasî li şûna ku pişta xwe bikutin Amerîkayê, bila helwêst û cîgeha welêt li hember dijmin xurt bikin.
(last modified 2025-07-28T11:51:17+00:00 )
Tîrmeh 28, 2025 16:11 Asia/Tehran
  • Hizbullah: Berxwedan teslîm nabe

Nûnerê Hizbullaha Libnanê, ragihand ku Amerîkayê rê daye siyonîstan ku êrîşên xwe yên dijî Libnanê bidomînin û got: Berxwedan dê bimîne û hêzên siyasî li şûna ku pişta xwe bikutin Amerîkayê, bila helwêst û cîgeha welêt li hember dijmin xurt bikin.

Hesen Izedîn, wek berteka li hember zêdebûna zext û komployên Amerîka û Rejîma Siyonîst dijî Libnanê ji bo valakirina welêt ji hêzên xwecihî, ragihand: Berxwedan dê bimîne û dê berdewam bike.

Parlamenterê payebilind ê libnanî wiha lê zêde kir: Zextên Amerîkî roj bi roj zêde dibin, çi bi rêya zexta pisîkolojîk, çi jî bi rêya xapandin an şerê nerm be da ku me neçar bikin ku em teslîm bibin û têk biçin. Wî got ku amerîkî bi eşkereyî û bêşerm mudaxeleyî hemî karûbarên navxweyî yên Libnanê dikin, çi mezin çi biçûk, destwerdan û îradeya xwe li ser Libnanê disepînin.

Hesen Izedîn tekez kir: Amerîkî dikarin êrîşên Rejîma Siyonîst dijî Libnan û Xezzeyê rawestînin, lê ew naxwazin vê yekê bikin ji ber ku projeya sereke ya li dijî navçê di destê Amerîkayê de ye û ev welata komployên xwe li herêma me didomîne.