Jînosayda gelê Xezzeyê armanca hevpar a Amerîka û Rêjîma Siyonîst e
Sekreterê Giştî yê Tevgera Ensarullaha Yemenê got: Cinayetên Rejîma Siyonîst dijî gelê Xezzeyê bi piştgiriyên leşkerî û siyasî ya Amerîkayê û bi perê welatên erebî tê kirin.
Seyid Ebdulmelik Bedredîn El-Hûsî, Sekreterê Giştî yê Tevgera Ensarullaha Yemenê, got: Dijmin jînosayda li dijî gelê Filistînê berdewam dike û hewl dide ku karnama cinayetên xwe zêdetir bike. Dijminê Îsraîlî wêrankirina hemû bajar û deverên xeknişîn li Xezeyê berdewam dike.
El-Hûsî got: Jînosayda gelê Filistînê li zîvala xezzeyê armanca eşkere ya dijminê îsraîlî ye û reftara cinayetkarane ya vê rejîmê rojane vê rastiyê diselimîne . Jînosayda gelê Xezzeyê armanceke hevpar a Amerîka û Rejîma Siyonîst e û reftara wê yên cinayetkarane tevahiya civaka Xezzeyê digire ber xwe.